×

Mem Ararat's video: Mem ARARAT - Xa irek

@Mem ARARAT - Xaçirek
XAÇIRÊK Evîn xaçirêkek tenge li Botan Keziyeke, difire li vî wara Dile min bû kevokeke li Gabarê Xwezî zimanê rê heba û bigota Kî û kê pişta xwe sipart van zinara Ev evîn wê min jî bibe goristanê Konê penaberiyê li pişta min û te heval Ew rêça li ser berfê ya karxezaleke lal Dikale li pey dayîkê,dayîk li kolanê bê can Dayîk êdî çiya ye , çiyayê bi dar. Ew rêça ku dirêj dibe li Nisêbînê Tasek ava sipî vexwar ji dil û can Xwedê zane ev ewr ew ê bi ser me de bigirî Xwezî basikê min heba û biçûma Min deste xwe dirêj kira heta tavê Çi bikim xwîn gihiştiye pelê gulê. Gotin û Muzîk: Mem Ararat Dostên delal em vê hefteyê bi strana bi navê 'Xaçirêk' li pêşberî we ne. Min ev stran di şevek sar ya sibata 2017 an de nivîsand. Dema fikra tomarkirina albuma Niştiman derket holê min xwest bibe perçeyekî vê albumê. Dostên delal, dema mirov li pişt xwe dinêre dibe kû rabirdû bi qasî şevek zivistanê jî dirêj xuya neke,lê belê şevek zivistanê jî dibe kû bi qasî emrekî dirêj xuya bike. Hin stran hene kurtejiyanek in bi serê xwe. Daxwaza me ew e kû piştî zivistanên me biharên me jî hebîn Ez bi hêvî me em serê we neêşînin. Ji ber kû bi keda xwe hêz dane me, ez ji hevalên xwe yên muzîkjen Yasin Türk,Ali Sinanoğlu,Mesut Yücel û Nîhad jemsheer re spas dikim. Herweha ji bo kû bi hemû îmkanên xwe li ba min cîh digire,ku ev video jî fikr û keda wê ye, ji keça delal Roza Serhad re spas dikim. Herwisa dixwazim bi taybetî jî ji Kak Nîhad Jemsheer û Mesût Yücel re spasiyên xwe bêjim,lewma ev album bi saya keda wan gihîşt vê astê. Her bextewar bimînin,bi stranan re bimînin. silav û rêz û hezkirin bo hemû dost û heval û guhdaran. Bilûr : Yasin Türk Gîtara klasîk : Ali Sinanoglu Perkusyon,Edit,Bass : Mesut Yücel Mix-Mastering : Nîhad Jemsheer Tembûr ,Vokal, Aranje : Mem Ararat My Studio /Qoser Grafik Tasarım : Robin Arslan https://itunes.apple.com/tr/album/xewna-bajarek%C3%AE/1413995218?l=tr https://open.spotify.com/album/0J8dt8FzCBXpErfxpyNdV7 https://www.memararat.org https://twitter.com/araratmemm https://www.facebook.com/araratmemm https://www.instagram.com/memararat__official https://www.youtube.com/c/MemArarat

114K

7.2K
Mem Ararat
Subscribers
431K
Total Post
108
Total Views
74.5M
Avg. Views
1.1M
View Profile
This video was published on 2019-01-13 14:13:12 GMT by @Mem-Ararat on Youtube. Mem Ararat has total 431K subscribers on Youtube and has a total of 108 video.This video has received 114K Likes which are higher than the average likes that Mem Ararat gets . @Mem-Ararat receives an average views of 1.1M per video on Youtube.This video has received 7.2K comments which are higher than the average comments that Mem Ararat gets . Overall the views for this video was lower than the average for the profile.

Other post by @Mem Ararat