×

Mem Ararat's video: Mem ARARAT- Danas na Albuma Xewna Bajarek Yeni Alb m tan t m Videosu

@Mem ARARAT- Danasîna Albuma Xewna Bajarekî. (Yeni Albüm tanıtım Videosu)
https://itunes.apple.com/tr/album/xewna-bajarek%C3%AE/1413995218?l=tr SPASNAME Gelo dibe serdema koçerê bi lingê xwe re diaxive bi dawî bûbe? Wê çaxê emê çawa bikarin li ducaniya bin erdê û ser ewra guhdar bikin? Dema xewnek vediguheze xewnereşkekê şansek û bêşansiyek mezin derdikeve holê guhdarên delal. Dibe kû em niha di hundirê xewnereşkekê de dijîn,lê xuyaye şev hêjî didome. Ger em baş bala xwe bidin bedewiyê dibe kû em çavê xwe li mêrgek ji zarokatiyê pêk tê vekin. Ji hêza muzîkê min her bawer kir û hêjî bawer dikim dostên delal. Eger mirov bizane baş guhdar bike û bibêje, stranek dikare çarenûsekê biguhere. Lewma sînorê gerdûnê li ku be sînore dengan jî li wir e; helbet heger sînorekî wisa hebe. Rêwîtiya me ya muzîkê dom dike dostên delal. Em bi wê hêviyê ne me serê we neêşandibe. Di vê rêwîtiyê de gelek dostan mil da me û keda xwe tevli keda me kir.Bêgûman ev album keda hemû dostan e. Ez silav û hezkirinê xwe ji hemûyan re dişînim. Ji dostên min ê muzîkjen, Mesut Yücel,Nîhad Jemsher,Serhat Demir,Weysî Bulut,Ali Sinanoğlu û Bilind Şakir re zor spas. Ji brayê min î delal ,hunermendê Kurd Xalit Tarî (Xorto) re zor spas lewma bi fikrên xwe em dewlemend kir. Ji Kekê Nihad Jemsher re bi taybetî zor spas, ku keda wî di vê albumê de gelek mezin e. Ji dostên delal Sîdar Jîr,Cumhur Ölmez û Asrîn Sar re zor spas,ku ji bo me redaksiyon û wergera gotinên strana kirin. Ji dostê delal Murat Malgir re zor spas ku li ba me cîh girt. Ji Gazî Çağdaş re zor spas, ku bergê albumê keda wî ye. Ji mamoste Seîd Yûsiv û malbata wî re zor spas,lewma bi Strana 'Eve Eve hêz dane me. Ew dostên ez nikarim navên wan yek yek binivîsim ji ber kû nivîs ewê zêde dirêj bibe û cih di bergê de namîne bila min bibexşînin,lewma navê wan li dil û hişê min de nivîsiye. Ez gelek dilşad im lewma xwedî dost û hevalên mîna we me. Ez silav û rêzê xwe ji hemû guhdarên ku bi dil û can guhê didin stranên me re dişînim,lewma di vê rêwitiyê de hêzek mezin didin me. Bi hêviya di gelek stran û rojên xweş de em hevdû bibînin. Li gel silava... Mem Ararat Serhat Demir : Akustik Gitar, Ukulele Ali Sinanoğlu : Klasik Gitar, Akustik Gitar Azad Yılmaz: Perküsyon Veysi Bulut: Cura Ahmet Tirgil : Keman Mesut Yücel: Piano,Bass,Melodika,Akordiyon,Trompet,Perküsyon,Edit Mem Ararat: Bağlama,Klasik Gitar, Vokal Nihad Jemsher : Mix-Mastering,Perküsyon,Bass Mamoste Vedat : Yan Flüt Bilind Şakir : Keman Recording : MyStudio /Kızıltepe https://www.memararat.org https://twitter.com/araratmemm https://www.facebook.com/araratmemm https://www.instagram.com/araratmem https://www.youtube.com/c/MemArarat

0.9K

110
Mem Ararat
Subscribers
431K
Total Post
108
Total Views
74.5M
Avg. Views
1.1M
View Profile
This video was published on 2018-07-14 18:17:56 GMT by @Mem-Ararat on Youtube. Mem Ararat has total 431K subscribers on Youtube and has a total of 108 video.This video has received 0.9K Likes which are lower than the average likes that Mem Ararat gets . @Mem-Ararat receives an average views of 1.1M per video on Youtube.This video has received 110 comments which are lower than the average comments that Mem Ararat gets . Overall the views for this video was lower than the average for the profile.

Other post by @Mem Ararat